Tobe û lêborîn xwestin
قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صلى الله عليه وسلم: ((وَاللَّهِ إِنِّي لأَسْتَغفِرُ اللَّهَ وَأَتُوبُ إِلَيْهِ فِي الْيَوْمِ أَكْثَرَ مِنْ سَبْعِينَ مَرَّةٍ)).
(Resûlê Xwedê ﷺ got: ‘Ez sond dixwim bi Xwedê, ez rojê ji heftê carî zêdetir ji Xwedê bexşandinê dixwazim û li ba Xwedê tobe dikim.)
وَقَالَ صلى الله عليه وسلم: ((يَا أَيُّهَا النَّاسُ تُوبُوا إِلَى اللَّهِ فَإِنِّي أَتُوبُ فِي الْيَوْمِ إِلَيْهِ مِائَةَ مَرَّةٍ)).
(Wî her wiha got: ‘Ey mirovno, tobe bikin! Bêguman ez rojê sed car li ba Xwedê tobe dikim.)
وَقَالَ صلى الله عليه وسلم: ((مَنْ قَالَ أَسْتَغْفِرُ اللَّهَ الْعَظيمَ الَّذِي لاَ إِلَهَ إِلاَّ هُوَ الْحَيُّ القَيّوُمُ وَأَتُوبُ إِلَيهِ، غَفَرَ اللَّهُ لَهُ وَإِنْ كَانَ فَرَّ مِنَ الزَّحْفِ)).
(Wî her wiha got: ‘Yê ku bêje:(Ez ji Xwedê, yê ku ji bilî Wî tu yê hêjayî perestinê tune ye, Zindî, Yê Bi Xwe Ve Rawestayî û Piştgirê hemûyan, bexşandinê dixwazim û bi tobe vedigerim ba Wî.) Xwedê wî dibexşîne, heta ku ew yek ji wan be ku di dema pêşveçûna artêşê de reviyabe.)
وَقَالَ صلى الله عليه وسلم: ((أَقْرَبُ مَا يَكُونُ الرَّبُّ مِنَ الْعَبْدِ فِي جَوْفِ اللَّيْلِ الآخِرِ فَإِنِ اسْتَطَعْتَ أَنْ تَكُونَ مِمَّنْ يَذْكُرُ اللَّهَ فِي تِلْكَ السَّاعَةِ فَكُنْ)).
(Wî got: ‘Rebb di nîvê şevê de herî nêzîkî bendeyê xwe ye, ji ber vê yekê heke hûn bikaribin di wê demê de ji wan bin yên ku Xwedê bi bîr tînin, wusa bin.)
وَقَالَ صلى الله عليه وسلم: ((أَقْرَبُ مَا يَكُونُ الْعَبْدُ مِنْ رَبِّهِ وَهُوَ سَاجِدٌ فَأَكثِرُوا الدُّعَاءَ)).
(Wî her wiha got: ‘Bende dema ku di secdeyê de ye herî nêzîkî Rebbê xwe ye, ji ber vê yekê di wê de pir dua bikin.)
وَقَالَ صلى الله عليه وسلم: ((إِنَّهُ لَيُغَانُ عَلَى قَلْبِي وَإِنِّي لأَسْتَغْفِرُ اللَّهَ فِي الْيَوْمِ مِائَةَ مَرَّةٍ)).
(Wî her wiha got: ‘Bêguman dilê min mijûl dibe û bêguman ez rojê sed car ji Xwedê bexşandinê dixwazim.)(mijûl: ango rewşa ‘xemsarî’. Pêxember her gav di bîranîna Rebbê xwe de, di gihîştina nêzîkbûna Xwedê û di hişmendiya Xwedê de zêde dibû, bi qasî ku heke ev tundî bi rengekî kêm bibûya, wî ew gunehek didît û dê bilez li ba Xwedê bexşandinê bixwesta.)